Kurdî li ser zar û zimanê zarokan xweş e

Zimanê kurdî wekî encama polîtîka û plansaziyeke zimanî ya tepeserkirin û pişaftinê ji hemû qadên jiyanê hatiye vederkirin. Her çiqas li medreseyên Kurdistanê kurdî wekî zimanê alîkar hatibe bikaranîn jî, perwerde ne bi kurdî bû. Kurdî wekî zimanekî nivîskî di derdoreke teng de, pir kêm hatiye bikaranîn. Li aliyê din, heta van çil -pêncî salên dawîn wekî zimanê axaftinê li jingeha suriştî ya kurdan bi xurtî dihat bikaranîn. Lê bi pêşketina teknolojî, ragihandin û perwerdehiya bi zimanê dewletê re derdor li zimanê axaftinê teng bû. Sedemeke din a qelsbûna zimanê axaftinê jî çi bi darê zorê, çi jî ji ber sedemên aborî valabûn û wêranbûna gundan e.

Piştî salên 1990î bi geşbûna têkoşîna gelê kurd û sistbûna polîtîkayên qedexekirinê re hinekî be jî pêşî li zimanê nivîskî yê kurdî vebû. Îro bi saya serê çapemenî, weşan û ragihandina dijîtal, zimanê nivîskî li gorî berê gelekî bi pêş ketiye. Li ser ragihandina civakî êdî gelek kurd bi zimanê xwe dinivîsin. Ev jî cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Li hemberî vê yekê jî hejmara kesên bi kurdî dijîn gelekî kêm bûye. Zimanê nivîskî bi tenê di nav derdoreke teng de maye.

Heçî zimanê axaftinê ye, hem ji aliyê çendaniyê ve hem jî aliyê çawaniyê ve gelekî qels û lawaz ketiye. Ji aliyê çendaniyê ve hejmara kesên ku bi kurdî dipeyvin pir kêm bûye. Bi taybetî nifşên nû êdî bi vî zimanî mezin nabin, bi awayekî suriştî vî zimanî wernagirin. Ji hêla çawaniyê ve jî kurdî hêza xwe ya derbirînê roj bi roj ji dest dide. Ne tenê peyv û qalibên zimanê serdest kurdî dagir dikin, êdî rêz û rêçikên kurdî jî winda dibin; zimanekî dureh (melez) derdikeve holê. Mirovek bi kurdî dest bi xeberdanê dike, ji nişka ve derbasî tirkî dibe, çend gotinan bi tirkî dibêje, ji wir dîsa li kurdî vedigere… Ev rewş wiha didome. Kurdiya ku bi kar tînin mîna girara qereçiyan lê hatiye, bi peyv û qalibên tirkî dagirtî ye.

Her wekî diyar e, di zimanekî de aliyê diyarker zimanê axaftinê ye. Peyv û rêzikên zimanekî li ser zarê mirovan û bi hiş û ramanên mirovan geşe distînin û li gorî rewşa civakî rengekî nû werdigirin. Çendî mirov bi zimanekî bijîn, hizir û ramanên xwe bi wî zimanî derbibin, bi wî zimanî hilberîna hizrî bikin, ew ziman ew çend bi pêş ve diçe, geş û xweş dibe. Lê îro em bala xwe didin zimanê kurdî, bi taybetî di nav sînorên Tirkiyê de zimanê devkî her ku diçe wekî berfa li ber tavê roj bi roj dihele.

Hemû zimannas li ser vê yekê li hev dikin ku ji bo zimanekî nifşên nû gelekî girîng in. Zimanê ku nifşên nû di jiyana xwe de bi kar neynin, paşeroja wî zimanî tune ye. Îro serkeftina herî mezin a hêzên desthilatdar di vî warî de ye. Mixabin gelek malbatên me êdî zarokên xwe bi kurdî mezin nakin. Xetereya herî mezin a li ser zimanê me ev e. Divê hemû kurdên ku dixwazin zimanê kurdî biparêzin serê pêşin vê helwesta çewt a malbatan biguherînin.

Ji bo vê yekê jî kesên kurd û kurdîperwer divê xwe bi rêxistin bikin, li rêxistinên xwe yên heyî (bi taybetî li sazî û dezgehên çand û zimanî) xwedî derkevin. Wan saziyan geş bikin, li wan deran ji bo perwerkirina zarokan derfetan pêk bînin. Li her saziyê mirov dikare odeya lîstikê ji bo zarokan ava bike. Kesên ku zarokên xwe bi kurdî perwerde dikin dikarin derfetên xwe bigihînin hev, zarokên xwe bînin ba hev da ku ew zarok hemsalên xwe yên kurdîaxêv nas bikin, bi hev re bi kurdî bilîzin. Ew zarok jî bizanin ku kurdî zimanekî zindî û suriştî ye, bi hev re hînî çanda kurdî bibin, bi hev re pirtûkên bi kurdî bixwînin.

Wekî encam divê em bibêjin ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û rewa ye. Divê perwerdehiya bi zimanê dayikê li pêşdibistanê dest pê bike û ji dibistana seretayî heta zanîngehê bidome. Lê îro bi tenê li dibistana navincî dersa zimanê dayikê wekî dersa hilbijarî heye. Li ber vekirina van dersan jî hezar kend û kosp hene. Digel hemû kêmasî û astengiyan jî divê em li van dersan xwedî derkevin û li her cihî daxwaza vekirina vê dersê bikin. Bi vî awayî em dikarin têkoşîna mafê perwerdehiya bi zimanê xwe bilind bikin.

Wekî agahiyekê ez dixwazim bidim zanîn ku me li Rihayê Komeleya Çand û Zimanê Kurdî vekiriye, em bang li gelê xwe yê li Rihayê dikin da ku werin komeleyê û em bi hev re çand û zimanê kurdî biparêzin û bi pêş ve bibin.

Bu yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

esenyurt escort
beylikdüzü escort
istanbul escort
istanbul escort
bahçeşehir escort
bakırköy escort
şirinevler escort
şişli escort
esenyurt escort
avcılar escort
Pendik Escort
Deneme bonusu veren siteler
bonus hunt
betmarlo
egt oyna
pragmatic slot oyunları
barn festival
dog house megaways
betibom
sweet bonanza
tombala oyna
aresbet
wild west gold oyna
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
diyarbet
markaj giriş
sweet bonanza
sugar rush
diyarbet
diyarbet
diyarbet
gates of olympus oyna
big bass bonanza oyna
trwin
diyarbet
diyarbet
casipol
casipol
casipol
betingo
egt oyna
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
casipol
aviator oyna
aviator giriş
tombala
pendik escort
footer link satın al
tanıtım yazısı satın al
backlink satın al
jojobet
jojobet giriş